Li Qoserê agir bixanî ket: 2 kes mirin û 2 kes jî li ber mirinêne

Dîroka weşanê :
Li Qoserê agir bixanî ket: 2 kes mirin û 2 kes jî li ber mirinêne

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li gundê Haram Haddadê (Akyazı) an ku Herem Heddadê agir bi xaniyekî ket û di encamê de tîmên îtfaiyê bi gundiyan re karibûn  şewatê vemirînin.

Piştî vemirandina agir tîmên tenduristiyê û îtfaiyê dîtin ku Hamit K.(70) û jina wî Azize K. jiyana xwe ji dest dane. Her dû birîndarên din Huseyin K. (65) û Ahmet K.(25) birin nexweşxana dewletê ya navça Qoserê (Kızıltepe) lê rewşa wan baş nîne.

Cenazên her dû candayiyan birin morga nexweşxanê ji bo otopsiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin