PeyamaKurd – Li Bakûrê Kurdistanê li bajarên Riha û Îstenbolê bi sedema PKK ê operasyon hatin kirin û di encamê de 14 kes hatin binçavkirin.
Li Îstenbolê bi sedema hatina cejna Newrozê goya 2 kes ji derveyê welat hatine û di ser medya civakî de propogandeya rêxistina PKK ê dikin lewra ji aliyê tîmên polîsan yên TEM ê hatin binçavkirin.
Li bajarê Rihayê jî 12 kes hatin binçavkrin û li gor ragihandina beşa tîmên taybet yên Rihayê bi hinekan re sîlih û materyalên dîjîtal hatine girtin.
Kesên binçavkirî piştî wan birin ser doktor û kontrola wan ya tenduristiyê hat kirin, li baregehên asayîşê îfadeyên wan tên sitendin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin