PeyamaKurd - Li Navçeya Sîweregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, erebeya karkerên çandiniyê wergeriya û kesekî wefat kir, gelek kes birîndar bûn.
Li Navçeya Sîweregê ya Rihayê maşîna karkeran wergeriya. Di qezayê de erebeya plaqeya wê 44 AAY 185 wergeriya. Di encamê de kesekî wefat kir, 25 karkerên çandiniyê birîndar bûn.
Piştî qezayê yekîneyên serwîsa lezgîn a 112 hatin cihê bûyerê û karkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên Dewletê yên Sîwereg û Rihayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin