Li Rihayê, avahiyeke 6 qatî hilwesiya!

Li Rihayê, avahiyeke 6 qatî hilwesiya!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên deqeya dawî, li Rihaya Bakurê Kurdistanê, avahiyeke 6 qatî hilweşiya. Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku tîmên rizgariyê, xwe gihandine ber avahiyê û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirine.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku li navçeya Xelîliyê ya Rihayê, avahiyeke ku di erdheja 6ê Sibatê ya li Mereşê pêk hat de ziyan dîtibû, îro hilweşiya.

Hat ragihandin ku AFAD, îtfaiye, UMKE, tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatine kirin û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di bin xirbeyên ku hin kes birîndar bûn de berdewam dikin.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê Zeynel Abîdîn Beyazgul, di derbarê bûyerê de agahî parve kirin û wiha got: "Avaniyeke ku zerareke mezin dîtiye bû. Bergir hatibûn danîn. Ji ber hegera ku yek an jî du kes di avahiyê de hebin, tê rawestandin. Hîn nîşaneyên jiyanê nehatine dîtin. Avahî hatibû valakirin. Ji ber hegera ku dibe sax hebin, lêgerîn tê kirin."

Beyazgul bi berdewamî got, "Avahî di nav avahiyên ku dihatin hilweşandin de bû. Avahiyên derdora wê jî zerareke mezin dîtin. Ketina nav avahiyê hatibû qedexekirin. Divê razîbûna xwe bidin. Piştî ku xebatên qanûnî bi dawî bûn, dê bê hilweşandin. Niha kes bi birîndarî nehatiye derxistin. Lê tîman dengê kesekî bihîst. Niha dora avahiyan valakirî ne û li derdorê şirîta ewlehiyê hatiye danîn.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin