PeyamaKurd – Îro Sêşemê danê êvarê li parêzgeha Silêmanîyê û derdora wê erdhejeke bi dijwariya pileya 5,2 ya rixterê rû da.
Hat zanîn ku erdheja navenda wê li parêzgeha Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê bûye, li Helebceyê jî hest pê hatiye kirin.
Li gorî agahiyan lerzîna erdhejê li deverên Helebce, Şarezûr, Silêmanî, Çemçemal, Soran û Derbendîxanê jî hatiye hîskirin.
Derbarê ziyanên erdhejê de hîn ti agahiyên zelal nehatine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin