Li Rojhilatê Kurdistanê dikan û bazar hatin daxistin, rejîma Îranê hat protesto kirin

Dîroka weşanê :
Li Rojhilatê Kurdistanê dikan û bazar hatin daxistin, rejîma Îranê hat protesto kirin

PeyamaKurd – Li ser bangewaziya komek welatiyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji bo protestokirin û nerazîbûna darvekirina girtiyê siyasî Heyder Qurbanî û kesên din ên li ber sêdarê ne, îro Pêncşemê mangirtina giştî hat kirin.

Di çarçoveya protestoya rejîma Îranê de, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wekî Sine, Bane, Nexede û Bokanê îro 23yê Kanûna 2021ê wekî  nerazîbûna îdamkirina girtiyê siyasî yê kurd Heyder Qurbanî dikan û bazar hatin daxistin.

Heyder Qurbanî berî bê darvekirin gotibû: “Her dema ez birim odeya yekkesî, wate wê min li sêdareyê bidin, min sed giyan hebin pêşkeşî Kurdistanê dikim. Lê belê bila xelkê Kurdistanê jî mangirtin dest pê bikin û rê li ber biryara îdamkirina min bigirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin