Li sazî û dezgehên Rojava bikaranîna maskeyê bû neçarî

Li sazî û dezgehên Rojava bikaranîna maskeyê bû neçarî

PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, danîna maskeyan li welatiyan li hemû dezgehên fermî ferz kir û kî pabendî vê biryarê nebe jî wê bê sizadan.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser îro 16ê Tebaxê bi daxuyaniyekê ragihand, ji bo parastina jiyana welatiyan û ji bo rêgirî li belavbûna zêdetir a vîrûsa Koronayê, bê kirin danîna maskeyê li welatiyan li hemû dezgehên fermî yên Rêveberiya Xweser ferz e.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ew biryar ji roja 18ê vê mehê ve dikeve meriyetê û her kesê li dezgehên fermî maske bi kar neyine, dê bi hezar Lîreyên Sûrî bê cezakirin.

Di rojên dawî de bi zêdebûna pêketiyên vîrusa koronayê re, rêveberiya xweser tedbîrên xwe zêde kirine û banga xweparastina ji vîrusê li welatiyan tê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin