PeyamaKurd - Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, îro Pêncşemê danê êvarê erdhejeke bihêz çêbû.
Li gorî amarên Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan AFADê erdhejê li demjimêr 18:25 deqeyan li devera Golbaşî ya navbera navçeya Besnî ya Semsûrê rû daye.
Pileya erdhejê wekî 4.1 hatiye pîvan ku kûrahiya wê ya binê erdê jî 6 km bûye.
Li aliyê din Rasatxaneya Kandilli jî pileya erdhejê 4.0 û kûrahiya wê jî wekî 4 km pîvaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin