PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro dema derbasbûna wesayîteke leşkerî li navçeya Şemzînan a Colemêrgê teqînekê rû da.
Li gorî çavkaniyan di encama teqînê de 7 leşker birîndar bûne ku rewşa tenduristiya 3 leşkeran giran e.
Hat zanîn ku teqîn li dorûbera gundê Katûnê yê Şemzînanê dema derbasbûna karwaneke leşkerî pêk hatiye û birîndar bo nexweşxaneya Şemzînanê hatine veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin