PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Şengalê di encama teqîna mayînekê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê Haydar Şeşo di daxuyaniya xwe de got, "Di teqîna ku li ser rêya Çiyayê Şengalê rû da de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan."
Şeşo diyar kir ku kesên di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dane ji ber şewatên giran nehatine naskirin û wiha got: “Hê jî nayê zanîn ku bûyer derdora saet 14:30an de pêk hatiye êrîşeke bombeyî ye yan jî êrîşeke hewayî ye."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin