PeyamaKurd – Li ser rêya Bedlîs û Wanê barhilgirek û otobûsa rêwiyan li hev ketin. Li gorî agahiyên destpêkê, 2 kes mirine, 4 i wan bi giranî 30 kes jî birîndar bûne.
Bûyera trafîkê li ser rêya navbera Wan û Bedlîs a Bakurê Kurdistanê rû da. Otobûseke rêwiyan û barhilgirek li hev ketin.
Piştî qezayê tîmên tenduristiyê û hawarçûnê tevî tîmên cenderme gihîştin cihê bûyerê.
Hat zanîn di bûyerê de ajokarê otobûsê jî di nav de 2 kesan can daye û 30 kes jî birîndar bûne. Brîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin