Li ser rêya Efrîn-Helebê erebeyekî bombe kirin: Kesekî can da û 3 birîndar hene

Li ser rêya Efrîn-Helebê erebeyekî bombe kirin: Kesekî can da û 3 birîndar hene

PeyamaKurd – Li rojavayê Kurdistanê li ser rêya Efrîn-Helebê erebeyekî aîdê HSDê ji aliyê balafirên bêajotvan yên Tirkiyê de hat bombekirin û li gor ragihandinê; kesekî şervanê HSDê can da û 3 kes birîndar bûn.

Li gor ragihandina Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê (SOHR); bombekirin ji terefê artêşa Tirkiyê de hatiye kirin. Hat gotin ku di erebê de di asta bilind de endamekî HSDê hebûye. Medya nêzî rêvebiriya xweser mijarê piştrast kir lê heya niha medya Tirkiyê babetê ranegihandiye.

Nasnama kesê ku can daye heya niha nehatiye ragihandin. Li gor rêjeyên SOHRê; ji serê mehê heya niha artêşa Tirkiyê TSK 7 cara êrîşê ser Rojava kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin