PeyamaKurd – Hat ragihandin ku du ciwanên dixwestin ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakur Kurdistanê bibin li ser sînor rastî gulebarana cendermeyên tirk hatine û yek ji wan ciwanan hatiye kuştin, ciwanek jî bi îşkenceyê birîndar bûye.
Li gorî zanyariyên xwecihî, ciwanê bi guleya cendermeyên Tirk hatiye kuştin navê wî Hemadî Ebid El-Hisên e û ji navçeya Deşîşa ya bajarê Hesekê ye.
Herwiha hatiye diyarkirin ku cendermeyan îşkence li ciwanê din ê bi navê Mihemed Letîf El-Ezawî jî kirine ku ji navçeya Mergedê ya Hesekê ye.
Hat zanîn her du ciwanan hewl dida ji aliyê sînorê li hember gundê Etşan a rojavayê Dirbêsiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin