Li ser sînorê Rojava û Bakur 2 kesan pê li mayinan kirin: Bi giranî birîndar bûn

Li ser sînorê Rojava û Bakur 2 kesan pê li mayinan kirin: Bi giranî birîndar bûn

PeyamaKurd Li parêzgeha Kilîsê ya Bakurê Kurdistanê, 2 kesên ji Rojavayê Kurdistanê, li ser sînor pê li mayinan kirin û birîndar bûn.

Li sînorê Kilîsê O.E.S. û V.Z.yê ku dixwestin ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, dema di herêma mayinan re derbas bûn, mayin bi wan de teqiyan.

Di bûyerê de O.E.S. û V.Z. bi giranî birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê.

Pêvajoya dermankirina her du birîndaran li nexweşxaneyê berdewam e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin