Li Serê Kaniyê teqîn: Kustî û birîndar hene

Li Serê Kaniyê teqîn: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku di bin dagirkeriya Tirkiye û komên çekdar de ye, teqîn çêbû. Li gor zanyariyên destpêkê di encama teqînê de kesek hat kuştin. Herwiha agahiyên teqîneke duyem jî hatine belavkirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûrîyê (SOHR) ragihand, bombeyek li taxa Kenaês ya Serê Kaniyê teqiya û di encamê de kesek hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

SOHRê diyar kir, kesê di teqînê de can daye, ji Iraqê ye.

Li gorî hin çavkaniyên ji herêmê piştî wê teqînê teqîneke din jî li Serê Kaniyê di nav çekdarên girêdayî Tirkiyê de rû daye.

Heta niha ti daxuyaniyeke fermî derbarê wan teqînan de nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin