PeyamaKurd – Parêzgariya bajarê Sêrtê yê bakurê Kurdistanê, ji bo maweya 15 rojan her cure çalakî û xwepêşandan qedexe kir.
Di daxuyaniya parêzgariya Sêrtê de hatiye diyarkirin, li nav sînorên bajarê Sêrtê her cûre civîn, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana konan, kampanyaya îmzeyan, şahî, konser, lîstikên şanoyê, xwepêşandan û hemû çalakiyên bi vî rengî heta 15 rojan hatine qedexekirin.
Hat ragihandin ku wê qedexe 1ê Adara 2023yan dest pê dike û heta 15ê Adarê berdewam bike.
Derbarê sedema qedexeyê de jî hatiye gotin ku ji bo dabînkirina ewlehiyê û selametiya xelkê hatiye ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin