PeyamaKurd - Li nehiyeya Çiwarta ya navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê otomobîlek hat bombebarankirin ku 3 kes hatin kuştin.
Hate zanîn ku droneke tê texmînkirin ya Tirkiyê ye, li bajarokê Çiwarta yê Şarbajêr a Silêmaniyê îro saet derdora 13:30î otomobîlek bombebaran kir.
Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşa ku li nêzî gundê Hermêle yê nehiyeya Zelaniyê ya Silêmaniyê pêk hatiye de 3 kesan can da.
Li gorî şahidan ew otomobîla PKKê bûye ku hatiye bombe kirin.
Hêjayî gotinê ye doh jî li nehiyeya Xelekanê ya navçeya Dûkanê ya Silêmaniyê otomobîlek hatibû bombebarankirin û ji malbatekê 3 kesan can dabû ku bavek û du kurên wî bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin