Li Silêmaniyê malek bû hedefa balafira ser!

Li Silêmaniyê malek bû hedefa balafira ser!

PeyamaKurd – Li gundê Gelale yê Silêmaniyê maleke sivîlan ji aliyê balafirên şer ve hat bombekirin.

Li gundê Gelale yê navçeya Mawat a Silêmaniyê şeva din saet derdora 01.00an de malek bû hedefa balafirên şer.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di êrîşê de ti ziyanên canî çênebûne.

Di daxuyaniyê de yek ji şêniyên gund diyar kir ku xaniyê hedef hatiye girtin bi temamî hatiye rûxandin û wiha got: “Ji ber ku di dema bomberdûmanê de mal vala bû, ti ziyanên canî çênebûn; “Welatiyên li vir dijîn çûn Silêmaniyê.

Welatiyê gund diyar kir ku ji ber bombebaranê gelek qadên çandiniyê zirar dîtine û got, "Şevê saet 01.00an her tim dengê bombeyan dihat me."

Di nûçeyê de têkildarî nasnameya balafira şer agahî nehat dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin