PeyamaKurd – 5 sal berê li bajarê Şirnexê li navça Silopiya di navbera du malbatan de qewinadinekî çêbû û di encamê de kesekî hatibû kuştin û 7 kes birîndar bûbûn. Bi tevlîbûna bi sed kesan her dû malbat lihev hatin. Ji maqûlê Silopiya Haşim Haşimoğlu li dor 2 mehan di navbera malbatan de çû û hat da wan lihev bîne. Li ser êrîkirina mezinên her dû malbatan lihev hatin.
Her dû teref û bi navbeynkariya Haşimoğlu û xwendina Quranê ji aliyê Mele Seyîd Enes û bi diayên Mele Muhterem Egitoğlu lihev hatin destê hev girtin û dijminahiya 5 salan ya navbera her dû malbatan qediya. Di merasima lihevhatinê de Haşim Haşimoğlu bi Kurdî axaftinekî xweş kir û ji her dû terefan re got ku li gêncên xwe xwedî derên da carekî dinê qewimandinên weha nebin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin