PeyamaKurd – Li gorî nûçeyeke ku gihaye rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ya rojhilatê Kurdistanê; êvara roja 07.10.2024 kolberê bi navê Husên Kemalniya (38) yê ji bajarê Pîranşara rojhilatê Kurdistanê bi guleyeke rasterast li linge wî ku pasdarên Îranê wî hedef digirin, birîndar dibe. Wî radikin nexweşxaneyê, lê ji ber ku bi doxikê keleşnîkofê li serê wî dane, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye
Heman ragihandin dide zanîn ku Husên Kemalniya ji gundê Andizeyê yê Pîranşarê bûye, bi tenê debara malbatê dikir û hewce bû ku li dayika xwe ya nexweş a şekir ya nebîna jî miqate buya.
Hemwext bi heman bûyerê re, kolberekî din ê bi navê Ferdîn Qeleş jî bi guleyên pasdarên Îranê ve birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyên Ûrmiyeyê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin