PeyamaKurd – Li Stenbolê, 18 kes bi tohmeta ku pêwendiya wan bi rêxistina terorîst DAIŞê re heye, hatin desteserkirin.
Li gor Rêveberiya Asayîşa Stenbolê diyar kir, tîmên antî-teror û îstîxbarata asayîşê demek bû hejmareke welatiyên biyanî xistibûn bin çavdêriyê ku guman dihat kirin pêwendiya wan li herêmên şer ên Iraq û Sûriyê bi rêxistina DAIŞê re hebe.
Li 10 navçeyan, di 15 navnîşanan de, operasyonek bo girtina gumanbaran hat kirin û ji wan, 16 kesên biyanî û 2 kesên hemwelatiyê Tirkiyê hatin desteserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin