PeyamaKurd – Li parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê bi sedema zêdebûna berbelaviya vîrusa koronayê rewşa awarte hat ragihandin.
Li gorî zanyariyan li Urmiyê hejmara tûşbûyên Covid-19 gihîştiye 648 kesan û 53 kesan jî bi wê nexweşînê can daye.
Serokê Zankoya Zanistên Tibê ya Urmiyê Cewad Akazade ragihandiye ku bi sedema zêdebûna tûşbûyan rewşa awarte hatiye ragihandin û tenê bi mayîna li malên xwe dikarin vîrusê kontrol bikin.
Li Îranê cara ewil 18ê Sibatê vîrusa korona hatibû tomarkirin û heta niha li gorî amarên fermî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 2 hezar û 757 kesan can daye û hejmara tûşbûyan jî gihîştiye 41 hezar û 495 kesan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin