Li Wanê 7 nexwes bas bûn, 6 kesên din jî bi vîrusa korona ketin

Li Wanê 7 nexwes bas bûn, 6 kesên din jî bi vîrusa korona ketin

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê 7 nexweşên Covid-19 baş bûn û 6 kesên din jî bi vîrusa korona ketin.

Hat ragihandin, li bajarokê Elbakê yê Wanê çend roj beriya niha 7 welatî piştî ku encamên pişkinîna wan pozîtîf derketin, li nexweşxaneya bajaroka Erdîşê hatibûn razandin.

Îro 7 nexweş piştî dermankirinê baş bûn û bo malên wan hatin şandin ku 2 kes ji wan zarok bûn.

Li bajaroka Riya Hermûşê jî 6 kes bi vîrusa koronayê ketin ku ew jî rûniştvanên taxa Yalim Erez a navçeya Riya Hermûşê ne û ew tax di karantînayê de ye.

Beriya niha jî li gundekî navçeya Elbakê ya Wanê 44 kes bi koronayê ketibûn û ji ber ku mixtarê gund, nexweş veşartibûn û agahî nedabû aliyên rayaderan ji kar hatibû avêtin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin