PeyamaKurd – Li bajarê Wanê berf zêde bariya û hewa sar, bû sedema cemedê û mij jî gelek heye. Ji ber berfê parêzgeha bajarê Wanê biryara tatîlkirina dibistanan ya seranserê bajêr û navçeyan da.
Xebatkarên dezgeyên fermî yên dewletê, kesên astengdar û xebatkarên bi hemil dê sibê nexebitin.
Rêya ku ji Wanê diçe Miksê ( Bahçesaray), ji ber ewlehiyê hat girtin. Qeymeqamiya Miksê di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku berfa zêde, bamişt û bahoz, mesafa dîtinê xistiye asteka talûkê.
Ji bo herin Miksê, di ser Hîzanê de rê didin alavan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin