PeyamaKurd – Li Xarpêtê li taxa Rostempaşa di navbera du grûban de pevçûn derket û 2 kes bi kêrê birîndar bûn. Li gor agahiyan sedema pevçûnê nehat zanîn.
Piştî di navbera her du grûban de pevçûn derket û 2 kes birîndar bûn, şahidên bûyerê agahiyê dan polîs û tîmên tenduristiyê.
Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanê ji bo dermankirinê.
Li Xarpêtê (Elazığ) di navbera du grûban de pevçûn derket û 2 kes birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin