PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê li taxa Rüstempaşa li ser kolana Adnan Orakçıoğlu, êrîşê ser çayxaneyekî kirin. Kesê an kesên êrîşê birin ser çayxanê nasnama wan û sedema êrîşê nayê zanîn. Di êrîşa çekdarî de 2 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina tîmên pêwendîdar, tîmên polîsan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxanên Xarpêtê (Elazığ) da wan derman bikin.
Beşa asayîşa bajarê Xarpêtê ya polîsan li ciyê bûyerê lêkolîn kirin û ketin pey êrîşker an êrîşkeran da wan desteser bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin