PeyamaKurd - Li zankoya Artûklûya Mêrdînê di beşa zimanê Suryanî û Çandê de bernama doktorayê vebû. Li ser mijarê weqfa Îstenbolê ya Dêra Suryaniyan ya qedîm vebûna beşa doktorayê bilind nirxand û ragihand ku doktora qiymeta zanokyê zêdetir kiriye. Weqf weha got:
“Ne tene ji bo Suryaniyan lê ji bo dîroka Turk-Îslamê û ji terefê dîroka Rojhilata Navîn de, zimanê Suryanî û berhemên nivîskî yên Suryanî ku wergerin zimanê Tirkî û îlawekirina doktorayê qiymeta zankoyê zêde kiriye.”
Bi sedema vebûna beşa doktorayê ya ziman û wêjeya Suryanî, weqf sipasiya rektorê zankoyê Prof. Dr. İbrahim Özcoşar û kesên ku keda wan di vê xebatê de hene sipasiya wan kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin