PeyamaKurd - Di xwepêşandana Zaxoyê de 30 kes ji hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan birîndar bûn.
Rêveberê Nexweşxaneya Bihewarveçûnê ya Zaxoyê diyar dike, 26 kes ji wan birîndaran ji hêzên ewlehiyê û 4 jî xwepêşander in, 8 ji birîndaran jî bo Duhokê hatine şandin.
Şeva derbasbûyî li qezaya Zaxoyê ser bi parêzgeha Duhokê ji ber hatina şofêrên Tirkiyê di Deriyê Îbrahîm Xelîl re bo nav Herêma Kurdistanê, beşek ji xelkê xwepêşandan kirin û di navbera hêzên ewlekariyê û xwepêşanderan de alozî derket.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin