PeyamaKurd- Lutkeya Idlibê îro li paytextê Îranê li Tehranê dest pê kir. Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putin, Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beşdarî civînê dibin.
Di destpêka civînê de Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi hev re axivîn. Civîna Rûhanî û Erdogan ji çapemeniyê re girtî bû.
Ji bo lutkeya Idlibê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavuşoglu, Wezîrê Xizînê û Maliyê Berat Albayrak, Serokê Mîtê Hakan Fidan, Wezîrê Pêwendiyê Fahrettin Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin beşdarî Erdogan bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin