Li Qamislo du malbat li ser çêrandina cihê pez pev çûn: 9 kes hatin kustin

Li Qamislo du malbat li ser çêrandina cihê pez pev çûn: 9 kes hatin kustin

PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di navbera du malbatan de pevçûn çêbû ku di encamaê de ji herdu aliyan 9 kes hatin kuştin. Li gorî zanyariyan pevçûna malbatan ji ber çêrandina pezê malbatekê di nav zeviyên aliyê din de rû daye.

Doh 3yê Nîsanê li bajarê Qamişlo, du malbatên ji Eşîra Elraşid ya Êla Tey, li gundê Eldelawiye, li gundewarê Qamişlo ji ber nakokiyên navxweyî bi çekan şerê hev kirin û di pevçûnê de 9 kes hatin kuştin.

Hat zanîn ji malbata Elhellab 8 kes û ji malbata Elhesso jî kesek hatiye kuştin.

Li gorî zanyariyan şerê malbatan ji ber sedemên civakî rû daye ku tê gotin, pez û sewalên malbata Elhellab derbasî nav zeviyên çandiniyê yên di destê malbata Elheso de bûne û ev bûye sedema şerê wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin