PeyamaKurd - Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ragihand ku Kurd dê vê carê bi şêweyeke bi bandor di hikûmeta nû ya Iraqê de beşdar bin û ya girîng li cem Kurdan ew e ku mafên wan li gorî destûrê Iraqê bi dest bên.
Arif Rûşdî ji malpera KDP.infoyê re ragihandiye: “Niha avakirina hikûmeta nû ya Iraqê li ser Şîeyan maye ku pêwîst e li ser navê wezîran lihev bikin. Gotûbêjên me Kurdan jî ligel Bexdayê ji bo avakirina Hikûmeta Iraqê berdewam in, ku Hikûmeta Iraqê bê Kurdan nabe û dê Kurd vê carê bi şêweyeke bi bandor tê de beşdar bibin, ya girîng li cem Kurdan ew e ku mafên wan li gorî destûrê Iraqê bidest bên.”
Îro 19ê Nîsanê Serok Mesûd Barzanî, bi polîtburoya PDKê re civînek li dar xist ku awayê beşdarbûna kabîneya Mustefa Kazimî ya hikûmeta nû ya Iraqê jî hat gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin