PeyamaKurd - Hat Îdîakirin ku du balafirên şer ên Îsraîlê di ser Îranê re firiyane û bêyî tu zirar û ziyanê vegeriyane binkeyên xwe.
Li gor Rojnameya El Cerîde Kuweytê do bişev du firokeyên cengî bi curê F35 yên Îsraîlê di ser esmanên Îranê re firiyane, rastî radarê û pêşgirtinekê nehatine û bêyî pirsgirêk vegeriyane.
Di xebera rojnameyê de tê îdîakirin ku firoke di ser wan herêmên Îranê re firiyane ku bernameyên atomî lê hene û xebatên nukleerî tên meşandin. Herwiha tê diyarkirin ku radarên Rûsyayê yên li Îranê jî firokeyên Îsraîlê tesbît nekirine û firokeyan ceribandina xwe bi serkeftî encam daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin