PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê piştî 3 mehan li ser pesendkirina projeyasaya budçeya 2021 ya Iraqê jî, hîn ti pere ji bo Herêma Kurdistanê neşandiye. Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî li ser butçeya Herêma Kurdistanê diyar kir û got, nabe mijara pişka budçeya Herêma Kurdistanê tevlî siyasetê bibe û divê pere ji Herêma Kurdistanê re bê şandin.
Serokwezîrê berê yê Iraqê ji Rûdawê re da zanîn, nabe nêzîkbûna dema birêveçûna hilbijartinan wiha bike ku xelkê Herêma Kurdistanê ji pişka budçeyê xwe bêbeş bibin.
Heyder Ebadî diyar kir: “Eger hêja bin belê. Wek ku min di sala 2018ê de kir. Min bi tevahî şand, di demekê de hilbijartin li pêş bûn. Eger min li gor berjewendiya siyasî lê binêriya min ew nedişand, lê min ew ji bo berjewendiya welat û niştiman şand. Ev welatî ye, divê ez temaşeyî berjewendiya welatî bikim, ne wek berjewendiya xwe. Lewra divê siyasetvan xwe ji vê populîzmê dûr bixin. Ji wan re dibêjim divê li ser bingeha rastiyan hûn têbigihên, ne tenê di çarçoveya siyasî de, rastî ew e ku Herêma Kurdistanê beşeke girîng ji Iraqê ye û divê çavê me lê be, divê welatî jî wê yekê hest bikin ku beşek in ji Iraqê û Bexda jî girîngiyê bide wan.”
Roja 15 Hezîrana 2021 Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê pêwendiyeke telefonî kirin û yek ji wan mijarên ku li ser axivîn budçe bû.
Li ser bingeha wê peywendiya telefonî, dihat çavrêkirin di dema van her du hefteyên borî de, 200 milyar dînar weke pereyê pêşekî ji Bexdayê gihîştiba Hewlêrê, lê heta wê dema ku hûrbîniya Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federalî bi hevahengî ligel Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê temam bibe, lê beşekî zêde ji frakisyonên Şîîe û Wezîrê Darayî yê Iraqê jî li hember şandina budçeya Herêma Kurdistanê rawestiyane.
Heyder Ebadî da zanîn, nabe cudahî bê kirin û pêwîst e li bingeha amarên rast budçe bê şandin.
Heyder Ebadî destnîşan kir: “Di mijara budçe de eger di bîra te de bê, di dema xwe de min komîteyek şand Kurdistanê û hemû zanyarî dane wan, û li ser ronahiya wan zanyariyan min mûçe xerc kir. Ez daxwazê ji her hikûmetekê dikim, ew karê ku wê komîteyê kir hêjî li nivîsîngeha hikûmetê ye. Divê her du alî bo gihîştina vê encamê alîkar bin. Ez ji te venaşêrim gelek alî li Kurdistanê hebûn zanyariyên girîng dane me, ez ji vê re dibêjim rastî. Eger ji rastiyan birevim û li pey berjewendiyên hizbî bikevim an berjewendiyên popolîstane, ev yek şaşîtiye. Hûn dizanin hinek Ereb hene hewil didin pişta Ereban bigirin dijî Kurd da ku qazancê bikin, hinek Kurd jî heman tiştî dikin.”
Budçeya Iraqê bi 130 tirilyon dînar hatiye danîn, pişka Herêma Kurdisdtanê jî %13.9 hatiye diyarkirin, ku nêzîk 11 tirilyon dînar dike.
Li Herêma Kurdistanê milyonek û 251 hezar û 451 mûçexor hene, ku 751 hezar û 805 kes fermanberên serbazî û sivîl in, 242 hezar û 269 kes xanenişînin, ji bo dana mûçeyê wan bêlêbirrîn pêwîstiya hikûmetê bi 895 milyar dînaran heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin