PeyamaKurd - Li navenda bajarê Colemêrgê yê bakurê Kurdistanê û 4 bajarokên wê, hinek cih heta 15 rojan weke herêmên taybet ên ewlekariyê hatin îlan kir.
Li bakurê Kurdistanê, li navenda bajarê Colemêrgê û li navçeyên wî bajarî Çelê, Şemzînan, Gever û Derecikê, hinek dever heta 15 rojan weke navçeyên taybet ên ewlekariyê hatin îlankirin.
Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyekê ragihand ku, 31 herêmên navenda bajêr û her çar navçeyên wî bajarî Çelê, Şemzînan, Gever û Derecikê, ji îro sêşemê (5ê adarê) heta roja sêşemê (19ê Adarê) weke navçeyên taybet ên ewlekariyê îlan kirin. Di daxuyaniyê de herwiha ji welatiyan hatiye xwestin, ku bê destûr neçin wan navçeyan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin