Talîbanê êrîsa ser Wezîrê Berevaniyê General Bismillah li xwe girt

Talîbanê êrîsa ser Wezîrê Berevaniyê General Bismillah li xwe girt

PeyamaKurd – Talîbanê êrîşa şeva borî ya ser Wezîrê Berevaniya Afganistanê General Bismillah Mohammadî li xwe girt. Di êrîşa bi otomobîla bombekirî ya nêzîkî mala Bismillah de 8 kes hatibûn kuştin.

Malpera El-Hurayê bi zarê berdevkê tevgera Talîban Zebîhallah Mucahid ragihandiye ku êrîş bi destê Talîbanê hatiye encamdan.

Zebîhallah Mucahîd gotiye, “Komeke cîhadîstan tevî çekên sivik û giran li dijî cihê mayîna wezîrê berevaniyê, êrîşeke xwekuj pêk anîn. Ev êrîş detpêka operasyonên tolhildanê ye ku wê di dema pêş de li dijî rayedarên hikumetê werin kirin.”

Hêjayî gotinê ye, doh 3yê Tebaxê li paytexta Afganistan Kabulê, du teqînên bi hêz rû çêbûbûn û piştre çend rêzeteqînên din pêk hatibûn û gule hatibûn reşandin. Di encama wan êrîşan de 8 kes hatibûn kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin