Trump: “Esedê heywan wê bedelê bide”

Trump: “Esedê heywan wê bedelê bide”

Piştî li Sûriyê, li Xûtayê hêzên rejîmê bi çekên kîmyewî komkujiyê kir, Trump gelek aciz bû û îşareta êrîşê da: “Wê Esedê heywan bedelê bide.”

Trump piştî kuştina 80 kesên sîvîl yên bi çekên kîmyewî hatin kuştin vê peyamê da. Şîretkarê Trump yê ewlekariya netewî Thomas Bossert beyan kir ku wê li ser mijara bikaranîna çekên kîmyewî, ji aliyê Sûriyê de, ti îhtîmalê ji ser masa xwe ranekin. An ku her gavê dikjarin her alternatîvê bikarbînin.

Trump li ser mijara bikaranîna çekên kîmyewî, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku wê serokê dewleta Sûriye Beşer Esed bedeleka mezin bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin