PDK: Bi fermana Serok Barzanî û ji bo xatirê cejnê hat sekinandin

PDK: Bi fermana Serok Barzanî û ji bo xatirê cejnê hat sekinandin

PeyamaKurd - Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ragihand, bi fermana Serok Mesûd Barzanî êrişa medyayî ya li dijî YNKê didin sekinandin.

Ji wê roja ku YNK beşdarî civîna parlementoya hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê nebûye ve heta niha, di navbera YNK û PDKê de êrişeke medyayî li dijî hev hatibû destpêkirin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed îro li ser wê mijarê daxuyaniyek da û ragihand, bi fermana Serok Barzanî êrişa medyayî li dijî YNKê didin sekinandin.

Mehmûd Mihemed da zanîn, ew wê yekê bo xizmeta proseya siyasî û nehîştina nîgeraniya xelkê Kurdistanê herwiha ji ber xatirê cejna Remezanê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin