NATO: “Divê Îran ji siddetê û leystikan xwe dûr bixe”

NATO: “Divê Îran ji siddetê û leystikan xwe dûr bixe”

PeyamaKurd- Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg li baregeha Brukselê ya di asta balyozan de îro civînekî lidarxist. Stoltenberg piştî civînê bo çapemeniyê ragihand ku NATO bo têkoşîna li dijî DEAŞê destekeka baş dane Iraqê û weha got:

“Em bi daweta hukûmata Iraqê perwerdeya leşkerî didin û alîkariyê dikin da DEAŞ car din venegere herêmê. Bi sedema ewlehiya xebatkarên me bo me li pêşe, me niha alîkariyê da rawestandin. Eger hal xweş be û derfet çêbibin, êm ê desteka xwe dewam bikin.”

Stoltenberg got ku Amerîka di mijarên herêmî de agahiyan daye hevkarên xwe. Temamê hevkarên NATO û Amerîkayê ji nearamiya Rojhilata Navîn bi endîşene û weha got:

“Em hemfikrin ku Îran nebe xwediyê sîlihên nukleerî û şermezariya desteka grûbên terorê bike. Îran bi êrîşa tesîsên petrolê yê Erebistanê û bi xistina drona Amerîkayê arîşeyê pêşde biriye û temamê hevkarên me yên civîna me ya îro, bo daxistina hêrsê banga aramiyê dike. Şer û pevçûneka nûh, wê fêde nede ti kesî û divê Îran ji leystikan û şiddeta zêde xwe dûr bixe.”

Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê Ursula von der Leyen jî got ku divê bêhtir seha dîplomasiyê bê vekirin û temamê aktorên herêmê rêya dayîn û sitendinê vekin.

Mijara civîna NATO yê ya îro bi giranî li ser Îranê Rojhilata Navîn û kuştina Qasim Silêmanî ji aliyê Amerîka de bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin