PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber barana zêde ya nişkave lehî rabû û lehiyê zirar gihand 27 gundên parêzgeha Urmiyê.
Roja Duşemê ji ber barana zêde li bajarokê Çaldiranê yê parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê lehî rabû û hat zanîn ku lehiyê zirar gihandiye hejmarek zêde gundên bajar.
Qeymeqamê Çaldiranê Hesen Mihemedzade ragihandiye ku ji ber baran û lehiyê zirar gihîştiye 27 gundên Çaldiranê û 2 kes jî birîndar bûne.
Hesen Mihemedzade diyar kir, lehiyê li 19 gundên navçeyê zirar gihandiye xanî û avahiyên welatiyan û got, zirarên lehiyê li 9 gundan gelekî zêde ne û li wan gundan hejmarek xanî herifîne, elektrîka 2 gundan û ava 2 gundên din jî qut bûye.
Herwiha hat ragihandin ku di encama lehiyê de 400 serî ajal jî li wan gundan telef bûne û ziyaneke mezin gihîştiye zeviyên çandiniyê.
Hat diyarkirin ku ji bo alîkarîyê tîmên hawarçûnê bo 9 gundên ku zirara herî zêde li wan bûye hatine şandin.
Rêveberiya Giştî ya Avûhewayê ya Urmiyê jî îro 27ê Tîrmehê ji ber îhtimala rabûna lehiyê hişyarî da û daxwaz ji welatiyan kir baldar bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin