PeyamaKurd –Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Sûriyê di nav Hevpeymaniya Navdewletî de, James Jeffrey daxwaz ji Almanya kiribû hêzekê bişîne Sûriyê bo piştevanî û rahênana HSDê.
Almanyayê bersiveke nerênî da Amerîkayê û Berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Seibert got, “Li Sûriye hêzên me yên bejahî nîn in û em hizr nakin vê rewşê biguherin.”
Seibert da zanîn, “Di Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê de, Almanya hemû erkên xwe bicih anîne. Di nav van erkan de, şandina hêzên bejahî nîn e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin