Serokê Hîzbûllaha Lubnanê Hesen Nasrûllah ragihand ku Erebistana Si’ûdî bo Sûriye têkiliyên xwe ji Îranê qut bike, pereyeke zêde jê re teklîf kiriye.
Nasrallah weha dewam dike: “Di hevdîtinên navbera heyetên Sûriye û Erebistana Si’ûdî de, bo têkiliyên xwe bi Îranê re bibire û piştgiriya terorîstan neke, bo avakirina Sûriyê bi sed milyar dolaran pere teklîfê Sûriyê kiriye. Ev tekilî di dema her dû qralan de jî hatiye kirin.”
Nasrallah dibêje di her dû caran de jî daxwaz ji aliyê Beşer Esed ve hatiye redkirin û dewam dike: “Ev nîşan dide şerê ku Erebistan li Sûriyê dike, bo şerê li dijî Îsraîlê ye. Ji ber bizava serkeftinê bo rojeva Amerîka ya herêmê tehdîd e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin