PDK û YNK ji bo yekalîkirina parêzgarê Kerkûkê îro li Silêmaniyê dicivin

PDK û YNK ji bo yekalîkirina parêzgarê Kerkûkê îro li Silêmaniyê dicivin

PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û danîna Parêzgarê Kerkûkê îro li Silêmaniyê dicivin.

Çavkaniyeke ji Polîtburoya YNKê ji medya Kurdistanê re ragihand, îro şandeke PDK serdana Silêmaniyê dike û li avahiya Polîtburoya YNKê bi şandeke wê partiyê re dicive. Wî jêderî diyar kir jî, naveroka civînê jî li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê û danîna parêzgarekî ji bajarî re dibe.

Li gor zanyariyan, şanda PDKê bi serokatiya Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed û şanda YNKê bi serokatiya Endamê Polîtburoya YNKê Hakim Qadir Hemecan dibe.

Asayîkirina rewşa Kerkûkê bûye yek ji pirsên sereke yên aliyên Kurdî. Ev pirs jî bi berpirsên bilind ên Bexdayê re jî hatiye guftûgokirin.

Di wê çarçovê de, Dadgeha Federalî ya Iraqê biryara bêtawaniya Rêbwar Talebanî derxist û ji îro ve dikare bi fermî karê xwe wek Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bike û daxwaza qerebûkirina maddî û manewî bike.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin