PeyamaKurd- Herêma Keşmîrê ku di navbera Hindistan û Pakistanê de bûye pirsgirêkeka mezin, her diçe pirsgirêka wan mezin dibe. Li gor çapemeniya Hindistanê polîs agahî sitendiye ku berxwedêrên herêmê, dê bikevin nava tevgerekî û li devera Pulmawayê, li navçeya Tralê operasyon daye destpêkirin.
Operasyon di sehera sibê de destpêkiriye û di navbera grûba çekdar û hêzên asayîşê de şer derketiye. Di encama şer de 2 çekdar hatine kuştin.
Arîşeya Keşmîrê ji sala 1947an de, di navbera her dû dewletan de promlemeka mezine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin