Çîn û Amerîkayê lihev kirin

Çîn û Amerîkayê lihev kirin

PeyamaKurd-Wezareta bazirganiyê ya Çînê û Amerîkayê ya di şerê bazirganiyê de, ew bacên zêde ku bo hev danîbûn, lihevkirin ku ast bi ast daxînin. Berdevkê wezaretê Gao Fıng, li payîexta Çînê li Pekînê civîna çapemeniyê çêkir û tê de got ku ev 2 hefteye ku her dû alî hevdîtinan dikin û ber bi hev çûne. Gao weha got:

“Muzakereyên her dû aliyan piştî pêşdeçûnên baziganî lihev kirin ku ast bi ast bacên îlawe ji ortê rakin. Dema her du dewlet gihan asta yek peymanê, li gor peymanê wê nisbeta bacê daxînin û bo wê lihev kirin. Şerê bazirganiyê bi zêdekirina bacê destpêkir û wê bi betalkirina bacê jî raweste.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin