Di heyama koronayê de mal bi mal digerin û zarokên keç sinet dikin

Di heyama koronayê de mal bi mal digerin û zarokên keç sinet dikin

PeyamaKurd - Rêxistina Plan International bi daxuyaniyekê ragihandiye ku hejmara bûyerên sinetkirina jinan li welatên Afrîkayê zêde bûye. Li gorî amaran tenê li welatê Somalê di sala 2020an de 290 hezar zarokên keç hatine sinetkirin

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku vîrusa koronayê jî bûye asteng li pêşîgirtina sinetkirina zarokên keçik û tê gotin, di vê dema vîrûsa koronayê de ku mirov li malên xwe dimînin, jinên temen mezin li nava malan digerin û zarokên keç sinet dikin.

Rêxistina civakî ya sivîl a bi navê Plan Internationalê ragihand ku hefteyên dawî li Somaliyê sinetkirina jinan gelekî zêde bûye.

Daxuyanî dide zanîn, jina bi navê Sadîa Allîna ku mexdûreke sinetkirina jinan e û bi salan e li dijî vê yekê têdikoşe, dibêje; ew li hin jinan rast tê ku li nava malan digerin û dixwazin ‘xizmeta sinetkirina jinan’ bidin.

UNICEFê jî beriya niha rapor kiribû ku li welatê Somaliyê 98 ji sedî yê jinan hatine sinetkirin.

Bi sedema vîrusa koronayê girtina dibistanan û mayîna zarokan li malan ji bo dê û bavê wan wekî firsendekê tê dîtin û zarokên keç bi rêbazên derveyî tenduristî û karên pizîşkî sinet dikin.

Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî ragihandiye ku di sala 2020an de, tevî ku li hin welatên Afrîkayê sineta keçan hatiye qedexekirin jî bi giştî 290 hezar zarokên keç hatine sinetkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin