Covid-19 ji bo kal û pîran zêdetir bi xeter û kujende ye

Covid-19 ji bo kal û pîran zêdetir bi xeter û kujende ye

PeyamaKurd –  Li gorî lêkolîneke derbarê koronavirusê de (Covid-19) hatiye kirin, derket holê virus ku ji bo kal û pîran xeternaktir e û kujendetir e.

Di encama lêkolîneke derbarê koronavirusê (Covid-19) derkeiye holê ku, virus ji bo kal û pîran xeternaktir e.

Lêkolîna berfireh bi 44 hezar kesan re hat kirin û di encamê de derketiye holê ku ji sedê 80yê nexweşên ciwan û navseree wekî ku bi şewbê bin baş dibin lê ji bo kal û pîran xeternak e ango zêdetir kujende ye.

Li gorî encamên wê lêkolînê ji nava kesên nexweş ji sedê 0.4 e lê li bajarê Hubeiyê ji sedê 2.9 e û lêkolîn nîşan dide ku ji kesên ku virusa koronayê (Covid-19) ketiye canê wan ji sedî 2.3 jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarên dewleta Çînê eşkere dikin ku heya niha 72 hezar û 436 kes bi wê nexweşiyê ketine û ji van  hezar û 868 kes bûne qurbanî.

Hêjayî gotinê ye ku, ji aliyê din ve heya niha 12 hezar kes jî baş bûn û ji nexweşxaneyê derketine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin