PeyamaKurd – Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî, do bi şev di otomobîla xwe de rastî hewldaneke kuştinê hat.
Şeva din li parêzgeha Diyala, bi gulleyan êrîşî otomobîla Selîm Cibûrî hate kirin û gor daxiyaniya ofîsa Selîm Cibûrî, du pasevanên wî birîndar bûne, lê ew bi xwe bi silamet e.
Selîm Cibûrî kesayetekî Sunnî ye û di navbera salên 2014 û 2018an de, Serokê Parlamentoya Iraqê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin