Amerîka: Di êrîseke esmanî de li Sûriyê serkirdeyên El-Qaideyê hatin kustin

Amerîka: Di êrîseke esmanî de li Sûriyê serkirdeyên El-Qaideyê hatin kustin

PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîka şeva yekşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wan êrîşek birîye ser endamên rêxistina El-Qaide li Sûriyê, armanca êrîşê bingeheke perwerdê bû li nêzîk Heleb, li hemberî Îdlib li bakurê rojavayê Sûriyê.

Li gor daxuyaniya leşkerê Amerîka, armanca êrîşê endamên El Qaidê yên li Sûriyê bû ku berpirsin ji plankirina êrîşên derve ku gefin li ser welatiyên Amerîkî û hevpeymanên wan û sivîlên bêtawan.

Daxuyaniya leşkerê Amerîkî dide zanîn ku hejmarek endamên El-Qaide di êrîşê de hatine kuştin û berpirsên wê rêxistinê ne.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov SOHR, duşemê da zanîn ku di êrîşa hevpeymaniya Navnetewî ya bi serokatiya Amerîka de 9 endamên El-Qaidê hatine kuştin, di nava kuştiyan de 6 berpirsên El-Qaidê hene û 3 ji kuştiyan çekdarên wê rêxistinê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin