Lavrov: Em alîkariya dîktatoran nakin!

Lavrov: Em alîkariya dîktatoran nakin!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku Rûsya alîkariya dîktatoran nake. Tenê me xwest ku Sûriye jî weke Iraq û Libyayê nebe.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji çapemeniya Rûsyayê re axivî û got ku belê; Saddam Huseyn dîktator bû, Muammer Qeddafî jî dîktator bû. Lê belê ev jî heye. Divê mirov li dewletên ku NATO û Amerîkayê mudaxeleyî wan kiriye binêre. Îro rewşa Iraq û Libyayê bi ti awayî, ne baş e. Em dixwazin ku rewşa Sûriyê jî weke ya Iraq û Rûsyayê nebe.

NATO û Amerîkayê pêl huqûqa navnetewî kir û mudaxeleya leşkerî li Iraq û Libyayê kir. Îro li van her du dewletan kuştin û barkirin ji dema berî mudaxeleyê, gelekî zêdetir e. Ew hêzên ku Iraq û Libya xira kirin, dixwazin ku heman tiştî li Sûriyê jî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin