PeyamaKurd – Îro kesekî din ji bajarokê Çemçemal yê Silêmaniyê, ji ber Koronayê can da.
Li gor Berpirsê Tenduristiya Çemçemal Dr. Ferhad Mihemed ragihand, îro danê sibê zilamekî 70 salî, ku bi vîrusa Koronayê ketibû û li nexweşxanê hatibû razandin, can da.
Dr. Ferhad Mihemed her wiha da zanîn, 7 kesên din li Çemçemalê bi Koronayê ketin ku 5 kes ji wan zilam in û du jî jin in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin